PeyamaKurd - Li Efrînê komeke çekdar a ku piştî dagirkirina Efrînê ketiye bajêr, bi ser mala kalemêrekî 70 salî de girt û ew kuşt. Herwiha xanima wî jî kotek kirin û pereyên wan dizîn.
Li gorî jêderên Efrînê, bûyer şeva borî li taxa Eşrefiyê ya Efrînê qewimiye û endamên komeke çekdar bi ser mala kalemêrê 70 salî Miheydîn Oso de girtin ku ew û hevjîna xwe Horiye Mihemed Bekir bi tenê li mal bûn. Çekdaran bi alaveke tûj li ser Oso dan û ew kuştin.
Herwiha hat zanîn ku çekdaran li hevjîna wî ya temen mezin jî dan û serî û rûyê birîndar kirin û piştre jî pereyên li malê hebûn ku 100 hezar Lîre bûn dizîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin