PeyamaKurd- Li welatê Fîlîpînê, nêzê payîtext Manilayê, Çiyayê Taalê ku agiriye û volkanîke teqiyaye û hêzên tehliyê yên welatê Fîlîpînê heya niha di ser 82 hezar kesî de tehliye kirine û 2 kes jiyana xwe ji dest dane. Kesên ku binecîh bûn heya 14 km yan ji çiya dûr tev hatine tehliyekirin.
Her du kesên ku mirine ji ber rawestandina dilî mirine û gelek kes xwestine herin malên xwe lê hêzên asayîşê car din wan vegerandine ciyên bi ewle.
Rêvebirên Enstituya Erdhejê dibêjin ku her wext dibe ku çiya car din biteqe û xelkê hişyar kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin