VÎDEO | ‘Di Rojên Koronayê de Newroz e’

VÎDEO | ‘Di Rojên Koronayê de Newroz e’

PeyamaKurd -  Xebatkarên Akademiya Muzîkê ya MA’yê di rojên koronayê de klîba strana “Newroz e” çêkirin û ji bo Newrozê diyarî kirin. 

Li gorî nûçeya MAyê xebatkar û perwerdekarên Akademiya Muzîkê ya Ma’yê ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) navber da xebatên xwe û li malê xebatên xwe hunerî birêve dibin.

Xebatkarên Akademiyê ji bo diyariya Newroza 2020’an ku îsal bi girseyî nayê pîrozkirin klîba strana “Newroz e” pevxistin û pêşkêşî guhdarên muzîka kurdî kirin.

Akademî di klîba li ser Youtube de belav kir dibêje “Di rojên coronayê (covid-19) Newroz e” û li ser hesabê xwe yên medya civakî, twîtter, înstegram, facebook parve kir. 

Her kesek li mala xwe dîmen amadekirine û şandine ber destê montajê Îbrahîm Bayat û wî jî klîbê pev xistiye. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin