Hûrahiyên sîlihên leşkerî yên ku Kanada firotiye Erebistana Si’ûdî derketin holê. Kanada di sala 2014an de, karê firotina sîlihan bo Erebistanê qedandibû ku bi piranî sîlihên LAV (Light Armoured Vehicles) bûn.
Rêxistina fermî ya weşanê ya Kanadayê CBC ragihand ku Kanada di bin navê sîlihên sivik de gelek jê sîlihên giran şandiye. Biryara firotina wan di dema hukumeta Stephen Joseph Harper de hatiye dayîn û bihayê wan 15 mîlyar dolare.
Li gor nûçeyê wê Kanada bo sîlihên giran yên êrîşê, ji aliyê fîrmayên ku sîlihan çêdikin de li Erebistanê xizmeta tamîrê bidin wan sîlihên firotayî. Di nûçeyê de çêkerê sîlih û alavên leşkerî General Dynamics Land Systems Canada (GDLS) li ser daxwaza Erebistanê wê bi peymanê bi dizî bihişta.
Serokwezîrê wê demê Harper pirsên ku di vê mijarê de jê dihatin kirin, tenê digot “kamyon” û Justin Trudeau jî tenê ji wan re digot “jeep”.
Sîlihên antî-tank ku firotine Erebistanê 928 heb LAV-6 model "alava bi çekên sivik”in. Di hûrahiya nûçeyê de ji van alavan tenê 354 ji wan yên standardin û 119 heb yên giran û li ser wan 105 mm top hene.
Di hûrahiya nûçeyê de gelek detayên din yên di derbarê sîlihan de hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin