DYA %50 baca gumrikê danî ser hinek malên Kanadayê

DYA %50 baca gumrikê danî ser hinek malên Kanadayê

PeyamaKurd – Di navbera DYA û Kanadayê de car din nisbeta baca malên gumrike ket rojevê û DYA %50 baca gumrikê danî ser hinek malên Kanadayê.

Serokwezîra Kanadayê Mark Carney, ragihand ku bi heman nisbetê, dê bersiva Amerîkayê bide û got di têliyên aboriyê de di navbera her dû welatan de dewreyekî nû dest pêkiriye.

Washington, li dora 20 milyar dolarî malên ku ji Kanadayê tên îtxal kirin, baca gumrikê %50 danî ser hinek malên wan û Kanada ragihand ku wê bi heman şêwe bersiva Amerîkayê bide.

Li gor tarîfa nû ya gumrike; malên ku DYA baca %50 daniye ser wan, tenê dike %05ê malên Kanadayê ku îxracê Amerîkayê dike. Di nav malên ku dikeve ber baca nûh de, darên hokeyê û malên wekî abeslang hene.

Nûnerê bazirganî yê Amerîkayê Jamieson Greer ragihand ku Kanada xwe nade ber peymana bazirganî ku dawiyê li dijberiyan bînin.

Rayedarên Kanada ragihandin ku bi sedema parastina xebatkarên xwe û şîrketên welatê xwe, wê bi heman şêweyî bersiva Amerîkayê dibin.