PeyamaKurd – Dewleta Kolombiya ew dewleta ku pê re peymana bazirganiya serbest îmza nekiriye û ji wan hesinê pola û hinek alavên din yên metal dikire, %35 baca gumrikê danî ser wan. Di nav wan welatan de Tirkiye jî heye.
Dewleta Kolombiya sedema danîna bacê ya ser her 4 welatan “reqabeta nerewa” nîşan da.
Li gor ragihandina wezareta bazirganiya Kolombiyayê; bacê danîne ser 14 cûre metalan. Di van metalan de salane îtxalata Kolombiyayê ya sala 2025an 134 hezar û 929 ton e. Bihayê wan dike 124,6 milyon dolar.
Kolombiya piraniya metalên xwe ji welatên Çîn, Tirkiye, Rûsya û Brezilya dikire.
Baca navborî kengê bikeve fermiyetê, dê dest pêbike û biryar ji bo salekiye.