PeyamaKurd- Li Brukselê di konferansa navdewletî ya bi navê “Destekkirina dahatûya Sûriyê û Herêmê” de, bo koçberên Sûriyê 7 mîlyar dolar soz dan.
Piştî konferansê, endamê Yekîtiya Awrûpayê yê ji alîkariya mirovî û krîzê berpirse, cîgirê sekreter Christos Stylianides û Mark Lowcock bo çapemeniyê ragihandin kirin. Stylianides weha got:
“Sozên ku îro hatin dayîn wisa nîşan didin ku em ê desteka xwe ya bo muhtacan dewam bikin. Temsîlkarên ku li vê derê ne li dora 7 mîlyarî soza alîkayiyê dan ku ez bi ragihandina wê serbilindim. Ez sipasiya xwe bo welatên Tirkiyê, Urdin û dewletên weka Lubnanê dikim ku her roj alîkariyê dikin.”
Mark Lowcock jî di axaftina xwe de got ku ew ji encama destkeftiyan raziye û alîkarî dê bigihê bi mîlyonan mirovan lê bo çareseriya dawiyê divê bi awayeka siyasî mijar çareser bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin