PeyamaKurd - Li bajarê Batmanê yê bakurê Kurdistanê, zaroka 12 salî Songul Acar ku xwest derbasî aliyê din ê rê bibe, di bin erebeya lê xist de ma û jiyana xwe ji dest da.
Hat zanîn ku doh bi şev li ser rêya di navbera Batman û Sêrtê de, zaroka 12 salî Songul Acar a xwest darbasî aliyê din ê rê bibe, wesayîteke bi plakeya 34 LK 8453 lê xistiye û Acar jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Acar piştî qezayê ji bo otopsiyê rakirine Morga Nexweşxaneya Batmanê ku hat ragihandin piştî bûyerê, ajovanê otomobîlê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û lêpirsîn li ser bûyerê hatiye destpêkirin.
Li ser bûyerê xelkê bertek nîşan da ku bihûrdeya peyayan ji bo derbasî aliyê din ê rê bibin tune ye.
Li gorî zanyariyan piştî demekê Midurê Ewlekariya Bajêr Koroglû Kiraç çûye cihê bûyerê û hevdîtin bi welatiyan re kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin