PeyamaKurd- Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Amerîkayê John Bolton got ku heke Tirkiye Keşe Andrew Brunson berde, qeyrana di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de wê di cih de bi dawî bibe.
Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Amerîkayê John Bolton di dema ziyareta Îsraîlê de pirsên rojnamevanan bersivandin.
Bolton wiha axivî: “Hukûmeta Tirkiyê Brunson berneda û xetayeke mezin kir. Ku niha Tirkiye bêşert û merc Brunson berde, qeyran wê di cih de bi dawî bibe.”
Ji bo endamtiya Tirkiyê ya NATOyê jî Bolton got ku niha di wê mijarê de tu pirsgirêk nîn in. Hukûmeta Tirkiyê bi rengekî bêqanûnî welatiyên me girtine û ji ku ew werin serbestkirin, em dixebitin û em hêvî dikin ku ev pirsgirêk were çareserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin