PeyamaKurd – Birayê serokê PKK ê yê Abdullah Öcalan, Osman Öcalan tevlî bernama televizyona Rûdawê ya ku Hêvîdar zana pêşkêşvaniya wê dikir bû, li ser mijara êrîşa PKK ê bo ser hêzên Pêşmerge axifî. Öcalan ragihand ku bûyer weka şerê PKK ê û Pêşmerge xuya dike lê destê Tirkiyê jî di nav êrîşê de ye. Öcalan weha got:
“Ya rast qewimandinên balkêşin. Çima encameka weha derket holê nediyare. Li vê derê kaosekî heye û difikirim di nav bûyerê de destê Tirkiyê heye. Demekî dirêje bûyerên balkêş diqewimin. Ev, tiştên ku xelk dixwazin nîne. Diyare ji aliyê dewleta Tirkiyê de êrîşeka bi dizî heye.
Divê hukumeta Herêma Kurdistanê hişyariyê bide Tirkiyê. Divê îznê nede her wexta ku Tirkiye dixwaze bombebarananê bike. Li ser rû, weka şerekî di navbera PKK ê û Pêşmerge de bû. Esas şerekî bi dizî heye. Ne diyare dê encama wê çi bibe. Divê em vê rastiyê bidin ber çav. Dijmin teknîkeka pêşdeçûyî bikartîne. Lewra dikarin rastiyê veşêrin.”
Osman Öcalan di encamê de got; qebûlkirina HPG ê ya bo êrîşê mijareka ciddiye. Lewra ne diyare sebebê (musebib) êrîşê kiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin