Ji du gundên Serê Kaniyê 32 sivîl hatin revandin

Ji du gundên Serê Kaniyê 32 sivîl hatin revandin

PeyamaKurd – Komên çekdarê girêdayî Tirkiyê li bajarê Serê Kaniyê ku hatiye dagirkirin, bi ser malan de girtin û 32 kes revandin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku, çekdaran mal û milkên sivîlan li gundê Um El-Esafîr, Erîşa, Fêselya û Dawidiya Mela Silêman talan kirin û şewitandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê jî daye xuyakirin, çekdaran 32 sivîl ji Serê Kaniyê girtin û birin cihekî nediyar.

Navendê ragihand ku serdegirtina malên xelkê li gundê el-Metbe’a û Omerîtê pêk hatiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin