PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê bi sedema endamên PKK/KCK ê ne 9 kesên gumanbar hatibûn binçavkirin lê ji wan 6 kes hatin şandin bo zîndanê. Operasyon ji aliyê polîsê TEM ê yê Îstenbolê de hat kirin.
Sedema girtina 9 kesan ew e ku sala borî goya li navçeya Licê di wexta operasyona hêzên dewletê bo ser PKK ê, di çenteyên ser jinavbiriyên PKK ê de alavên dîjîtal de navên wan derketine. Ew kesên navên wan derketine, berê jî navên wan di hinek bûyeran de derbas bûne.
Operasyon di 6 ê nîsanê de hatibû kirin û ferman ya serdozgeriya Îstebolê bû. Zîndanî bi sedema endamên rêxistina çekdarin hatin şandin bo zîndanê lê her 3 kesên din bi şertê dernekevin derveyê welat bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin