Kesên ku wê bi Trump re bixebitin divê testa xwe bikin

Kesên ku wê bi Trump re bixebitin divê testa xwe bikin

PeyamaKurd- Ew kesên ku daîma bi serokê Amerîkayê bi Trump re di heman şertan de bixebitin û daîma nêzî hev bin, divê testa xwe ya koronavîrusê bikin da zerarekî negihê serokê Amerîkayê Trumpî. Ev şertê han ji aliyê Koşka Sipî de bo xebatkaran hat danîn. Cîgirê berdevka Koşka Sipî Judd Deere, bi awayeka nivîskî biryarê ragihand û got ne tenha bo Trumpî her weha bo cigirê wî Mike Pence jî ev pêwiste. Deere weha got:

“Ji îro û pê de, ew kesên ku wê nezî Trump an Pence bixebitin an bi wan re di nava têkiliyên nêz de bin, divê testa xwe ya koronavîrusê bikin. Bi vê testê armanca me ew e ku em Trump û Pence ji vûrsê biparêzin.”

Test bo rojnamevanên Koşkê ne pêwiste ji xwe mesafe ya navbera wan tim dûre û ew mesafe tê parastin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin