Le Figaro: Fransa û Emarat bi hev re operasyon kirin

Le Figaro: Fransa û Emarat bi hev re operasyon kirin

PeyamaKurd-  Rojnama Fransayê ya Le Figaro ragihand ku li Yemenê dewleta Emarat û hêzên taybet yên Fransiz, bi hevre operasyon kirine.

Rojnama Le Figaro di derbarê operasyonan de, zêde agahî nedaye û wezareta bergiriyê ya Fransayê jî heya niha ti agahiyekê parvenekir.

Roja înê hêzên bi ser dewleta Yemenê, bajarê Hudeydayê ku lîmaneka mezin ya Yemenê ye, xistibû destê xwe û hêzên koalîsyona di bin serokatiya Erebistanê de alîkarî kiribûn. Di bidestxistina bajêr de belkî hêzên Fransayê bo paqijkirina mayînan alîkariya wan kiribe. Lê ev mijar jî ji aliyê wezareta bergiriyê ya Fransayê de, di asta lêpirsînê de ye.

Amerîka, Brîtanya û Fransa piştgiriya hêzên koalîsyonê dikin û hem sîlih difroşin Emarat û Erebistana Si’ûdî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin