PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Ewlekariya Netewî ya welatê Nîjeryayê, ragihand ku vê sibehê 2 ji wan Tirk, 3 terorîst hatine girtin.
Herwiha beriya girtina wan kesan bi çend saetan jî ajansên ewlekariyê û rêbendên kontrolê wêneyên van kesan belav kiribûn.
Çavkaniyeke ewlehiyê ya Nîjeryayê ji medyayê re daye xuyakirin, ew ji balafirgeha Stenbolê derbasî welêt bûne û xwestine piştgiriya bo DAIŞê mezin bikin.
Şirketên Tirkî li paytexta Necir Niamey balafirgeheke navdewletî ava kirine.
Ev jî li ser “peymaneke sexte” pêk hat û li gorî vê yekê wê şirketeke Tirkî heya 25 salan vê balafirgehê bi rê ve bibe.
Li gorî çavdêran, dewleta Tirk balafirgehên Tirkiyê heya Niamey û Bamako bi kar tîne da ku piştevaniya terorîstên li başûrê Lîbyayê bike û zextê li Nîjeryaya cîran bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin