Baroya Amedê giliyê tundiya polîsan li dozgeriyê dike

Baroya Amedê giliyê tundiya polîsan li dozgeriyê dike

PeyamaKurd - Baroya Amedê li dijî tuniya polîsan a li dijî welatiyan ku ji bo protestoyên destdanîna ser şaredariyan derketibûn kolanan, dê serlêdana sizakirinê li Serdozgeriya Komarî bide.

Baroya Diyarbekirê diyar kir ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di 19ê Tebaxê de li Wan, Amed û Mêrdînê qeyûm tayînî ser îradeya milyonan kiriye û îradeya milyonan a hilbijartinê hatiye binpêkirin.

Baroyê destnîşan kir ku ev yek li diî hiqûqê ye û wekî darbeya li dijî vîna gel pênase û da zanîn, girseya ku mafê xwe yê meş, xwepêşandan û daxuyaniyan ên ji aliyê Qanûna Bingehîn ve hatiye parastin li kolanan bikar anîye, rastî tundiya polîsan a dijwar hatiye.

Baroyê diyar kir, girseyê mafê xwe yê çalakiyên rewa û demokratîk dûrî tundiyê bikar anîye û rastî tundiya polîsan hatiye û ev tundiya polîsan jî di vîdeoyên di medya civakî de hatine parvekirin de jî tê dîtin.

Baroyê da xuyakirin ku ew dê li dijî vê tundiyê û binpêkirina  mafên mirovan serlêdana sûc li serdozgeriyê bikin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin