PeyamaKurd – Balyozê Brîtanya yê Washingtonê Sir Kim Darroch piştî derketina holê ya maîlên wî yên dijberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump dike û bo Trump dibêje, kesekî ‘ne kêrhatî’ ye, îro ji wezîfeya xwe ya balyozxaneyê îstifa kir.
Darroch di maîlên xwe yên ku di medyayê de belav bûne de, gotinên pir nexweş li Trump dike û Trump jî piştî derketina holê yan wan maîlan, nerazîbûn nîşan dabû.
Balyozê Brîtanî Darroch îro bi hinceta ku gelek spekulasyon li ser belgeyên fermî yên di medyayê de îfşa bûne têne kirin, îstifa kir û got, di vê rewşê de derfete tuneye karê xwe berdewam bikim.
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê li ser naveroka maîlên Darroch de gotibû, ew nêrînên wî yên şexsî ne û ti eleqeya wan bi helwesta fermî ya hikûmeta Brîtanyayê nîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin