PeyamaKurd - Hikûmeta Îranê bi fermî bidawîhatina rêkeftina atomî ragihand û diyar kir, ji niha pê ve hemû astengên li ber bernameya atomî ya wî welatî têne rakirin û êdî ti sînorek ji bo bernameya atomî ya wî welatî nîne.
Hikûmeta Îranê di daxuyaniyeke fermî de ragihand, ev biryar pêngava pêncem û dawî ya kêmkirina pabendiyên wî welatî di çarçoveya rêkeftina atomî de ye.
Hikûemta Îranê dibêje, ji niha pê ve bernameya atomî ya wî welatî dê li gor pêwîstiyên teknîkî yên bernameyê berdewam be, û Saziya Enerjiya Atomî ya welat erkdar kiriye bi hevahengî li gel serokomar, pêngavan bavêje û rêkarên pêwîst bicih bîne
Di daxuyaniya hikûmeta Îranê de herwiha hatiye gotin: “Alîkariya Îranê li gel Ajansa Nadewletî ya Enerjiya Atomî dê wek berê berdewam be. Di egera rabûna ceza û dorpêçan û sûdmendbûna Îranê ji qazancên rêkeftina atomî , Komara Îslamiya Îranê amade ye vegere ser pabendiyên xwe yên di rêkeftina atomî de.”
Hikûmeta Îranê Rêxistina Enerjiya Atomî ya wî welatî erkdar kir ku wan rasparedeyên hikûmetê bi hevahengî li gel Serokomar cîbicî bike.
Pêştir Amerîka ji rêkevtina atomî ya ligel Îranê vekişiyabû û dorpêçên giran li ser Îranê sepandibûn.
Ev yek di demekê de ye ku piştî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Pasdarên Îranê Qasim Sulêymanî ji aliyê Amerîkayê ve, alozî di navbera herdu welatan de zêde bûne û herwiha herdu alî gefan li hev dixwin. Berpirs û rayêdarên Îranê dibêjin ew dê tola Qasim Sulêymanî ji Amerîkayê hildin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin