PeyamaKurd – Ajansa Fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku li gundewarê herêma Serêkaniyê di navbera artêşa Sûriyê û Tirkiyê de şer rû daye.
Televizyona dewletê ya Sûrî Îhbariye jî bi nûçeya rûdana şer a SANAyê weşana xwe ya asayî rawestandin û agahiyên berfireh derbarê wî şerî de dan.
Derbarê ziyanên wî şerî de agahiyên zelal bi dest neketine, lê rûbirûbûna hêzên rejîmê û Tirkiyê ji aliyê hin çavkaniyên din ve tê piştrastkirin.
SANAyê doh ragihandibû ku hêzên artêşa Sûriyê li herêma Til Temir a Serêkaniyê dest bi liv û tevgera bicihbûnê kirine.
Sûriye operasyon êrîşên Tirkiyê wekî dagirkeriya xaka xwe dibîne û dibêje, ew dê şerê wan bikin.
HSD û rejîma Sûriyê jî piştî vekişîna leşkerên Amerîkî û destpêkirina êrîşên Tirkiyê ji bo parastina sînoran ji aliyê hêzên artêşa Sûriyê ve li hev kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin