Operasyona Pêsmerge li Qereçoxê didome

Operasyona Pêsmerge li Qereçoxê didome

PeyamaKurd - Berpirsê Mîhweta Guwêr-Mexmûra Hêza Pêşmerge, Sîrwan Barzanî ragihand, îro piştî nîvro li Çiyayê Qereçoxê ku dikeve sînorê Mexmûrê, 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
 
Sîrwan Barzanî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got îro piştî nîvro firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî Çiyayê Qereçoxê bombebaran kirin.

Bi gotina Sîrwan Barzanî, di encama bombebaranê de 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Doh Şemiyê 30ê Hezîrana 2018 jî hêzên Pêşmergr û Hevpeymaniya Navdewletî operasyonek hevbeş li dijî DAIŞê li Çiyayê Qereçoxê lidar xistibûn.

Di encama wê operasyona hevbeş a hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî de, 3 çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin.

Li gorî rayedarên pêşmerge, di nava kuştiyan de, Berpirsê Darayî û Locesîk a DAIŞê, Amir ku bi Ebû Obeyde naskirî ye, hatiye kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin