PeyamaKurd - Piştî lûtkeya çaralî ya li ser Sûriyeyê daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Erdogan, Putîn, Macron û Merkelê hat kirin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan: "(Civîna Sûriyeyê) Daxwaza me ew e ku civîna me û biryarên me di civînê da hildan ji birayên me yên ji Sûriyeyê ra bi xêr bin."
Erdogan: "Armanca me ew e ku li qadê agirbesteke mayînde çêbe, bi cî were û xwîna dirijê bê sekinandin."
"Em mitabiq man ku alîkariya mirovahiyê ya didin gelê Sûriyeyê were domandin."
"Me got ku gorî şert û mercan pêvajoya avakirina Komîteya Destûra Bingehîn di demeke kurt da bên temamkirin."
Serokkomarê Fransayê Macron li pirseke pêşeroja Esed de diyar kir: "Der barê Sûriyeyê da biryar ne di destê me de ye, lê ji bona ku xelk pêşeroja xwe diyar bike em dikarin bibin alîkar ku şert û merc çêbin."
Macron: "Lazim e em çarçoveyeke makezagonî ava bikin û ji bo ku Sûriyeyî bikaribin pêşeroja xwe tayîn bikin, şert û mercan ava bikin."
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, nêzîkbûna me ya li ser mijarê her çiqas cuda be jî me kariya bigihên rêkeftinekê û ragihînin.
Merkel, ne tenê eskerî divê çareseriyeke siyasî jî bê dîtin. Divê komîteya destûrî û hilbijartin bên kirin, bo vegera mirovan çareseriya siyasî pêwist e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin