Ji bo ku desteka Kurdan bistîne, Esed bi YPGê re rûdine!

Ji bo ku desteka Kurdan bistîne, Esed bi YPGê re rûdine!

PeyamaKurd- Endamê Komîteya Karên Derve yê Senatoya Amerîkayê û senatorê Floridayê Marco Rubio got ku YPG bû rêxisteneke weke yên îsyanker. Ji ber vê yekê Esed jî ji bo ku piştgiriya Kurdan bistîne, pêwendiyên xwe yên bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re bihêztir dike.

Rubio wiha dewam kir: “Gelek rapor têne amadekirin ku îdda dikin ku YPG bûye rêxistineke îsyanker û ji bo karên bin erdê şer dike. Ji ber vê jî, Rejîma Esed pêwêndiyên xwe bi YPGê bilind dike. Ev jî ji bo Tirkiyê pirsgirêkeke pir mezin e.

Ji xeynî vê jî Rubio got ku tenê li dijî IŞÎDê em wîzyona hevpar bi Rûsyayê re parve dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin