PeyamaKurd- Îsraîl di her halî de, ger li ser axa Sûriyê an Lubnanê talûkeyek jê re hebe, êrîşê hedefên bo wan talûkene dike û wan ji ortê radike. Îsraîl ragihandibû tevî ku Amerîka ji Sûriyê vekişe jî wê têkoşîna wan li dijî hebûna Îranê ya li Sûriyê dewam bike.
Balafirên Îsraîlê do bi şev êrîşên hewayî bir ser der û dora Şamê. Moskova ragihand ku êrîş û şeklê êrîşê wan dixe nava endîşeyeka ji dil. Moskova li ser êrîşa do ya Îsraîlê peyamekî weşand û di peyamê de weha got:
“Li agahiyên ku ketine destê me, şeva 25 ê mehê ji seha hewayê ya Lubnanê 6 balafirên Îsraîlê yên F-16 êrîş kirine ser taxên kenar yên Şamê. Zerara maddî ya Sûriyê çêbûye û 3 leşker birîndar bûne. 16 bombe avêtine lê 14 ji wan ji aliyê parastina hewayî ya Sûriyê de hatine îmhakirin û ev balkêşe. Êrîş û şiklê êrîşan me xistiye nava endîşeyan. Ev îhlala biryara Netweyên Hevgirtiye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin