PeyamaKurd – Ji bo Enfal û kîmyabarana Helebceyê weke jenosîd were nasîn, Fraksiyona Çepgiran a li Parlamentoya Almanyayê, projeyasayek pêşkêşî Parlamentoya Almanyayê dike. Endama Parlamentoya Almanyayê ya li Fraksiyona Çepgiran Kurdeke ji navçeya Gimgim a ser bi bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê Hêlîn Zomer, projeyasayê pêşkêşî Parlamentoyê dike û fraksiyona wê, piştevaniya projeya wê dike.
Wê Parlamentoya Almanyayê ji bo gotûbêjkirina vê projeyasayê, di meha Adarê de civînekê saz bike.
Li gor zanyariyan, her du partiyên Çep û Kesk, ku du partiyên opozîsyonê ne, piştevaniya vê projeyê dikin.
Hêlîn Zomer ji K24ê re daye zanîn: “Me weke Fraksiyona Çepgir, 3 daxwaz arasteyî Parlamentoya Almanyayê kirine, yekem; divê Parlamentoya Almanyayê proseya Enfala Kurdan û pêkhateyên din û kîmyabarana Helebceyê, piştî 33 salan, li gor rêkeftina Neteweyên Yekbûyî, weke jenosîd binase, berî niha Parlamentoyên Brîtanya, Swêd û Iraqê jî, weke jenosîd nasîne.”
Herwiha diyar kiriye: “Daxwaza me ya duyem; piştevaniya qurbanî û berketiyên kîmyabarana Helebceyê û xizmên enfalkiriyan were kirin û deverên ku ji aliyê jîngeh û avakirinê ve zerar dîtine, werin avakirin.”
Herî dawî Hêlîn Zomer destnîşan kiriye: “Divê hemû wan kompaniyên Almanî yên alîkariya rejîma Sedam Husên kirine ji bo çêkirina çekên kîmyayî, ku %70 bi alîkariya kompaniyên Almanî bûye, werin dadgehîkirin, ev jî daxwaza me ya sêyem e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin