Malbata leskerê kustî yê Kurd, ala Tirk ji ser cenaze rakir û nehist lesker besdar bibin

Malbata leskerê kustî yê Kurd, ala Tirk ji ser cenaze rakir û nehist lesker besdar bibin

PeyamaKurd – Leşkerê bi navê Osman Ozçalimli yê Kurd ku beriya niha ji malbata xwe re gotibû, "Gefên kuştinê li min dixwin" û piştî wan gefan bi demekê kuştî hat dîtin.

Cenazeyê Osman Ozçalimli îro li gundê Nexşîvan ê navçeya Dîgorê ya bajarê Qersê yê bakurê Kurdistdanê hat defin kirin.

Malbata Ozçalimli dema merasimê û nimêja cenaze ala tirkî ya li ser darbestê rakirin û nehiştin leşker jî beşdarî merasima cenaze bibin.  

Osman Ozçalimli çend roj berê dema li navçeya Alîaga ya îzmirê leşkerî dikir, ji malbata xwe re gotibû, gefa kuştinê li min dixwin û piştre doh beyaniyê li demjimêr dor 05:00an kuştî hatibû dîtin.

Qeymeqamê Dîgorê, Midûriyeta Polîsan a Dîgorê û Fermandariya Cendermeyan a Dîgorê serdana malbatê kiribûn û gotibûn "Kurê we ji ber sekta dil can daye.”

Lê belê bavê wî leşkerî Ahmet Ozçalimli dibêje, kurê wî hatiye kuştin û beriya bûyerê jî gotiye, gefan lê dixwin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin