Li Yûnanistanê agir bi daristanê ket: 60 kes zêde mirin

Li Yûnanistanê agir bi daristanê ket: 60 kes zêde mirin

PeyamaKurd- Li welatê Yûnanistanê nêzî payîtext Atînayê agir bi daristanê ket û niha nayê kotrolkirin. Di agir de bi kêmayî 49 kes jiyana xwe ji dest dan û 157 kes jî birîndar bûn. Çapemeniya Yûnanistanê radigihîne ku jimara miriyan ji 60 kesî derbas bûye. Dibe ku ev jimar di demên pêş de zêdetir bibe.

Di herêmê de germahiya rojê derketiye ser 40 pileyê û leza bayê di sietê de 80 km ye. Xebata bo vemirandina agir dewam dike û serokwezîr Çipras ziyareta xwe ya bo Bosna-Hersekê nîvco hişt. Yûnanistan ji Yekîtiya Awrûpayê alîkarî xwest.

Di nava miriyan de kesên ku ji agir reviyane û ketine behrê û tê de fetisîne hene. Bi sedan xaniyên ku di nava seha agir de mane tev şewitîne û xelkê herêmê ji aliyê hêzên rizgarkirinê ve ji herêmê bi botên ser avê hatin dûrkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin