PeyamaKurd - Wezareta Karên Navxweyî Hevşaredara Hezexê Songul Erden, ji peywirê dûrx xist. Piştî dûrxistina Erden polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kir.
Îro dane sibehê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê Hevşaredara Hezexê Songul Erden, ji peywirê dûrx xist. Piştî dûrxistina hevşaredar, serê sibê polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kir. Serê sibehê gelek polîs çûn mala hevşaredar Erden û teblîgata dûrxistinê dan hevşaredar lê Hevşaredar Erden teblîgat îmze nekir.
Erden derbarê mijarê de diyar kir ku ev yek amadekariya erkdarkirina qeyûmî bo şaredariyê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin