PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li ser rêya Semsûr û Rihayê otomobîla ku Halit Yöyen dajot ji kontrola wî derket, li refûjê ket û çû nava erd. Otomobîl di nav erd de wergeriya û ajotvan Halit Yöyen (31) wefat kir. Zarokekî û du kesên din jî birîndar bûn.
Piştî tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê kontrola cenaze kirin wî birin morgê. Birîndar Ceylan Bulut (42), Eda Hizmetçi (22) û Çiğdem Yöyen (2) birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Semsûrê (Adıyaman).
Hat ragihandin rewşa birîndaran başe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin