Otomobîleke cûreya Toyota ji kontrolê derket: 4 kesan can dan

Otomobîleke cûreya Toyota ji kontrolê derket: 4 kesan can dan

PeyamaKurd - Do bi şev li gundê Şêx Awdelan ê ser bi bajarokê Helşo yê li navçeya Pişderê (Qeladizê) otomobîleke cûreya Toyota ji kontrolê derket û di encamê de 4 kesan can dan.

Rêveberiya Polîsê Raperînê diyar kir, ew çar kesên can dan, hemû endamên du malbatan in û nişteciyên taxên Raperîn û Aştiyê ne.

Rêveberiya Polîsê Raperînê da zanîn, du kes ji wan kurên şofêr in û du kes jî di bûyerê de bi sivikî birîndar bûne.

Piştî bûyerê hêzên polîsê hawarçûnê yên Pişderê û polîsê binkeya Helşo demildest çûne cihê bûyerê.

Hat destnîşankirin, dosyeya lêpirsîna li ser bûyerê hatiye vekirin û lêpirsîn berdewam e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin