PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr li bajarê Rihayê li ser rêya navçeya Bîrecîkê erebeyekî li baryerên rê xisit û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Ajotvanê bi navê Selaman İ. li gor tê gotin lastîka ereba wî ya pêş teqiyaye û ji ser rê derketiye heya li baryerên rê xistiye.
Di qezayê de Selman İ., Şervan D., Cuma K. û Bilal S. Birîndar bûne. Her 4 birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê de bi ambûlansan birine nexweşxana dewletê ya navçeya Bîrecîka bajarê Rihayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin