PeyamaKurd – Di rêûresma Krîsmasê de, Papayê Vatîkanê ji bo welatiyên Iraqê re dua kir û ji Xweda daxwaz kir, Kurdên Êzidî rizgar bibin.
Papa Francîsê Duyem do 25ê Kanûna 2020an, ji bo başbûna rewşa xerab a Iraq, Sûriye, Lîbya, Yemen û Rojhilata Navîn bi giştî dua kir.
Papayê Vatîkanê di duaya xwe de diyar kir: “Em li zarokên cîhanê binêrin, bi taybetî zarokên Sûriye, Iraq û Yemen ku hê jî baca giran a şer didin. Hêvî dikim rûyên wan zarokan wijdana wan kesên duayên wan ên baş hene, bilebitîne û sedema serîhildana şer û kêşeyên welatên xwe çareser bikin.”
Derbarê Iraq û Kurdên Êzidî de Papa Francîsê Duyem da zanîn: “Ez hêvî dikim welatiyên Iraqê jî rizgar bibin, ew ên ku hewla lihevkirin û aştiyê didin, bi taybetî Êzidî ku di çend salên borî de ji destê şer êş û jan dîtine.”
Papayê Vatîkanê, dê meha Adara 2021ê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
Serdana Papa piştî 19ê Sibata 2020an de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Vatîkanê ligel Papa Francîs civiya û rewşa Iraq û herêmê û rewşa pêkvejiyana olî û netewî, rewşa Krîstiyanên Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kiribûn tê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin