PeyamaKurd – Parêzgerê Hewlêrê derbarê êrîşa şeva borî ya ser Balefirgeha Navnetewî ya Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, ew êrîş ti bandorê li Hewlêrê nake.
Derengê şeva borî 06.07.2021ê bi droneke bombebarkirî ve êrîş li ser balefirgeha Hewlêrê pêk hat û êrîş ti ziyaneke canî û madî çênekir.
Piştî bûyerê parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bi daxuyaniyekê ji çapemeniyê re da zanîn, ti ziyanekî canî û madî di encama êrîşê de çênebûye û got: ‘‘Êrîşekî terorîstî ye.’’
Umêd Xoşnaw destnîşan kir: ‘‘Saziyên asayîşa me, gelek bihêz in û ti tiştek bandorê li Hewlêrê nake.’’
Herî dawî Parêzgerê Hewlêrê amaje bi wê yekê jî kir ku Hewlêr navenda biryara siyasî ya Herêma Kurdistanê ye û got: ‘‘Hewlêr berdewam dê bibe armanca terorîstan, lê naheje.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin