Parêzgerê Hewlêrê: Wê sibê di çûnûhatê de astengî çênebe

Parêzgerê Hewlêrê: Wê sibê di çûnûhatê de astengî çênebe

PeyamaKurd – Parêzgerê Hewlêrê Umîd Xoşnav bi sedema roja 10 ê mehê wê hilbijartin çêbibe, ragihand ku wê di çûnûhata Hewlêrê de pirsgirêk tinebin û wê herkes karibe here ser sindoqan ji bo dengdanê. Xoşnav li ser mijara hilbijartinê ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê daxwuyaniya çapemeniyê da. Xoşnav weha got:

“Divê hemwelatiyên me îdare bikin. Ji ber wê, di roja hilbijartinê de wê ciyên bazarê û bazirganiyê girtîbin lê di mijara çûnûhatê de ti pirsgirêk tineye. Di her dengdanê de hilbijêrekî wê di 6 deqeyan de karibe raya xwe bide. Lê komisyona hilbijartinê, berê ji me re gotibû ku dê her hilbijêrekî dikare di 1.5 an de dengê xwe bide. Lê me ceriband ku hilbijêrekî dikare di 6 deqeyan de deng bide.

Rojnamevan dikarin li gor tesbîtên komisyona hilbijartinê navendên hilbijartinê ziyaret bikin. Li Hewlêrê 498 sindoq hene û 1 mîlyon 159 hezar û 750 kes dikarin dengên xwe bidin.”

Karê dengdanê serê sibê siet di 07.00 an de destpêdike û êvarê di 18.00 an de diqede.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin