Parêzgeriya Dêrsimê bo mehekî qedexeya çalakiyan danî

Parêzgeriya Dêrsimê bo mehekî qedexeya çalakiyan danî

PeyamaKurd- Bi sedema ku şaredarên Wan, Diyarbekir û Mêrdînê ji wezîfeyên wan hatibûn girtin û di şûna wan de qayyûm hatibûn danîn, partiya HDPê bo nerazîbûna xwe nîşan bide ketiye nav xwepêşandanan. Bi gumana ku li Dêrsimê jî heman tevger çêbibin, parêzgeriya Dêrsimê biryara qedexeya çalakiyan bo mehekî da.

Parêzgeh ji roja 04.09.2019an heya roja 04.10.2019an bo mehekî qedexeya tevgeran li seranserê bajarê Dêrsimê danî. Her çalaki bi îzna parêzgehê ve hatiye girêdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin