PeyamaKurd - Parlamenterên kurd ên li parlamentoya Iraqê bo aktîf kirin û çalakirina madeya 140 a destûra mayînde ya Iraqê îmzeyan kom dikin.
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî soz daye fraksiyonên Kurdistanê ku madeya 140 bixe bernameya kar bo aktîfkirina wê madeyê.
Ji bo aktîfkirin û çalakirina wê madeyê fraksiyonên Kurdistanê îmzeyan kom dikin û dê bidin serokatiya parlamentoya Iraqê.
Li gor madeya 140 a destûra mayînde ya Iraqê, pêwîste hikûmeta Iraqê wan navçeyan asayî bike û erebên ku piştre anîne wegerînin navçeyên wan.
Her ku ew destûr di sala 2005ê de ji aliyê zêdetirî sedî 80 gelê Iraqê û Kurdistanê ve hate pejirandin jî, lê hikûmetên Iraqê heta niha ew madeya destûrî bicîh neanîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin