PeyamaKurd - Bi daxuyeniyekê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Tuma Çelîk ragihand ji partiya xwe îstîfa kiriye.
Tuma Çelîk di wê daxuyaniyê de diyar kiriye, ew bi şêwazên cuda hatiye tohmetbarkirin û gef lê hatine xwarin û gotiye, “Li gel vê yekê jinekê li dijî min dest bi tohmet û şantajan kir. Partiya min ji bo lêkolînkirina vê mijarê bi min û wê jinê re gelek caran civiya.”
Parlamenterê HDPê dibêje, salek piştî bûyerê wê jinê li dozgeriyê jî gilî li dijî wî tomar kiriye û ew fezlekeya ji aliyê dozgeriyê ve têkildarî wê bûyerê derbarê wî de hatibû amadekirin, gihiştiye parlamentoyê û weke yek ji mijarên civîna komîsyonê ya roja 22.07.2020 hatiye diyarkirin.
Tuma Çelîk dibêje, ew fezleke li ser beyanên şaş hatiye pêkanîn û bi armancên siyasî bi awayekî lez û bez şandine bo komîsyonê.
Herwiha Tuma Çelîk diyar dike, bi mebesta bi hişmendiya ku ew bûyer dê veguhere plangêriyeke siyasî wî daxuyanî belav kiriye û herwiha ji ber vê sedemê jî ji bo ku zirar negihije partiya wî û ev îddîa neyê suîstîmalkirin, biryar daye ji HDPê îstîfa bike.
Her di wê daxuyaniyê de Çelîk piştrastbûna xwe derbarê azadkirina xwe ji wê dosyeyê derbiriye, bi mercê “eger darizandineke dadperwerane hebe.”
Tuma Çelîk ku Suryanî ye di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an li Mêrdînê li ser lîsta HDPê bûbû parlamenter.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin