Boriya sêyem a ava Hewlêrê seva borî dîsa sikest

Boriya sêyem a ava Hewlêrê seva borî dîsa sikest

PeyamaKurd – Boriya sêyem ya ava Hewlêrê, şeva borî dîsa şikest.

Berpirsê ava Hewlêrê Zerdeşt Ebdulxaliq daye zanîn, şeva borî boriya sêyem ya ava Hewlêrê li devera navbera Maroda û Xezanê şikest.

Zerdeşt Ebdulxaliq li ser sebeba şikestina boriyê jî got, sebeba wê sirûştî ye û pêwendî bi ji hev çûna boriyê heye ji ber fişara avê gelek bûye.

Berpirsê ava Hewlêrê destnîşan kir, tîmên rêveberiya avê dest bi çêkirina boriyê kirine û got, em ê hewl bidin heta îro êvarê xilas bikin û avê berdin.

Bi gotina berpirsê avê, ti taxek bê av nîne ji ber ku depoya avê tijî ye û av bo taxan diçe.

Boriya sêyem ya ava Hewlêrê, ku nêzîkî %40 ava Hewlêrê dabîn dike, heta niha herî kêm 4 caran şikestiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin