PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê duh di rûniştina xwe ya dawî de (17’şê Adara 2026an), derbarê çareserkirina krîza hinartina petrolê û dabînkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê de biryareke stratejîk a ji 8 xalan pêk tê, pejirand. Ev biryar hikûmeta federal mecbûr dike ku mûçeyên karmendên sivîl ên Herêma Kurdistanê bi rêkûpêk bide.
Heşt xalên biryara parlamentoya Iraqê:
1. Rêyên Alternatîf ên Petrolê: Ji ber rewşa şer a li herêmê, ji hikûmeta federal hat xwestin ku tavilê rêyên nû û alternatîf ji bo firotina petrola xav peyda bike da ku dahatên welat neyên qutkirin.
2. Piştgiriya Yasayî: Parlamentoyê soza piştgiriya tam da hikûmetê ku ji bo berdewamiya hinartina petrolê her biryar an rêkeftineke yasayî ya pêwîst bi lez bipejirîne.
3. Kontrola Navendî: Hikûmeta federal hat erkdarkirin ku desthilatdariya xwe ya tevahî li ser hemû aliyên hilberîn, veguhastin û belavkirina petrolê li seranserê Iraqê bi kar bîne.
4. Sîstema ASYCUDA ya Gumrikê: Ji bo misogerkirina şefafiyetê, bikaranîna nermalava navneteweyî ya “ASYCUDA”yê li hemû deriyên sînor û gumrikên Iraqê, di nav de yên Herêma Kurdistanê jî bû mecbûrî.
5. Qanûna Petrol û Gazê: Biryar hat dayîn ku hikûmet di demeke diyarkirî de reşnivîsa Qanûna Petrol û Gazê amade bike û bi lez pêşkêşî parlamentoyê bike.
6. Dabînkirina Sotemeniyê ji bo Kargehan: Ji bo parastina hilberînê, biryar hat girtin ku “petrola reş” (mazot) ji kargehên dewletê û sektora taybet re were dabînkirin da ku rafînerî ji kar nekevin.
7. Sererastkirina Xeta Ceyhanê: Hikûmeta federal mecbûr e ku boriya petrolê ya (Kerkûk-Ceyhan) a ku di ser Mûsil, Zumar û Pêşxabûrê re derbas dibe, bi lezgînî tamîr bike.
8. Garantiya Mûçeyên Kurdistanê: Hikûmeta federal ji aliyê yasayî ve hat mecbûrkirin ku mûçeyên karmendên sivîl ên Herêma Kurdistanê, mîna parêzgehên din ên Iraqê, bi rêkûpêk û bê navber bide.
Ev gava parlamentoyê wekî destpêka qonaxeke nû ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tê nirxandin, bi taybetî di vê serdemê de ku herêm di nav krîzên leşkerî û aborî de derbas dibe.