PeyamaKurd-Ji Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku roja 02yê Hezîranê, rûniştina Parlamentoya Kurdistanê dest pê dike.
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, îro endamên Parlamentoya Kurdistanê vexwendin rûniştina parlamentoyê. Di vexwendnameyê de hat diyarkirin ku ‘Li gorî hukimê beşa 3yemîn a madeya 18an a peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistan û Iraqê, biryar hatiye dayîn ku hemû endamên rêzdar ên parlamentoyê werin vexwendin.’
Vexwendin, ji bo rûniştina hejmara 3yemîn a asayî ya demsala biharê ya sala çaremîn û roja pêncşemê ango ji bo dîroka 02.06.2022yan hat kirin. Hat diyarkirin ku dê civîn di demjimêr 12:00an de dest pê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin