PeyamaKurd – Parlamentoya Kurdistanê, li ser xwendina yekem ji projeyasaya dadgeha tawankarî ya taybet bi tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê û ji bo hin mijarên din gengeşe bike, dicive.
Li gor karnameya civîna Parlamentoyê ku îro di saet 11:00an de destpê kir , di mijara yekem de, xwendina yekem ji pêşniyazên projeyên parastina belgename û destnivîs û dokumentên Herêma Kurdistanê û parastina belgename û arşîvên neteweyî li Herêma Kurdistanê re tên kirin. Di mijara duyem de, bîr û nêrîna parlamenter Lîza Felakedîn Kakayî ji bo berhemanîna elektirîkê ji enerjiya royê tê gengeşekirin.
Di mijara sêyem de, xwedina duyem ji projeyasaya Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê re tê kirin. Pişt re di mijara çarem de jî, xwendina yekem ji projeyasaya dadgeha tawanan a taybet bi tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê re tê kirin ku hefteya borî Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê pesend kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin