PeyamaKurd - Parlementoya Kurdistanê xwendina duyem ji projeyasaya çaksaziyê re kir û biryar e roja Pêncşemê 16 Çile wê projeyasayê bixe ber dengdanê.
Civîna Parlementoya Kurdistanê heya ber destê vê sibê berdewam bû û xwendina duyem ji tevahiya madeyên projeyasaya çaksaziyê hat kirin û biryar e roja pêncşemê Parleman bicive û wê projeyasayê bixe ber dengdanê.
Malpera fermî ya Parlementoya Kurdistanê jî ragihand, piştî temambûna guftûgoyên xwendina duyem ji projeyasaya çaksaziyê di xaneşîn, mûçe, dermale, bexşîn û destkeftên din de, Seroka Parlemanê Komîteya Yasayî û komîteyên pêwendîdar raspartin, îro sibê bi amadebûna nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicivin, ji bo puxtekirina pêşniyaz û têbîniyên perlemanteran yên derbarê birgeyên projeyê de û raporta dawiyê bo encamdana rêkarên yasayî amade bikin.
Seroka Parlementoyê Rêwaz Fayeq ragihand, roja pêncşemê saet 11:00 rûniştina Parlementoya Kurdistanê ji bo dengdanê li ser projeyasaya çaksaziyê birêve diçe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin