PeyamaKurd - Parlementoya Kurdistanê îro dicive û deng dide projeyasaya çaksaziyê ya hikûmeta Kurdistanê.
Parlementoya Hikûmeta Kurdistanê dê îro jî li ser projeyasaya çaksaziyê bicive. Di civîna îro de projeyasaya çaksaziyê dê bikeve dengdanê.
Li gorî rêkeftina di navbera fraksiyonan de hatiye kirin, tê çaverêkirin ku projeyasaya çaksaziyê bi awayekî bihêz were pesendkirin.
Li gorî agahiyên berdest, fraksiyona PDKê bi 45 dengan, fraksiyona YNKê bi 21 dengan, fraksiyona Gorran bi 12 dengan dê piştgiriya projeyasaya çaksaziyê bikin ligel 11 dengên pêkhateyan.
Duhî, Serokatiya Parlemanê û komîteyên peywendîdar civiyan û malpera fermî ya Perlemanê aşkere kir, raporta hevbeş û dawiyê ya komîteyên peywendîdar ya derbarê projeyasaya çaksaziyê hat amadekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin