'Hêzeke Amerîkî vegeriya Rojavayê Kurdistanê'

'Hêzeke Amerîkî vegeriya Rojavayê Kurdistanê'

PeyamaKurd -  Hat ragihandin ku Hêzêke leşkerî ya Amerîkayê vegeriya Rojavayê Kurdistanê û ew hêza amerîkî li Rîmelanê bicih bûye.

Li gorî nûçeya Rûdawê îro karwanekî leşkerî yê hêzên amerîkî ku ji 13 wesayîtan pêk dihat îro derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û ew hêza amerîkî li herêma Rîmelanê ku 1322 bîrên petrolê li wê deverê hene, bicih bûye.

Hat diyarkirin ku Amerîka dê hejmara leşkerên xwe yên li Dêre Zorê ku kêlgehên stratejîk ên weke Ammar, Telef û Conoco lê hene, zêde bike. Herwiha ji sedî 45ê gaza sirûştî ya Sûriyê jî ji wan deveran tê derxistin ku niha Amerîka pêgiha xwe li wan deveran bihêz dike û Amerîka navxwaze ev dever bikevin bin kontrola Rûsya û rejîma Sûriyê.

Ev vegera leşkerên Amerîkî bo Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye ku berî du rojan ragihandibû ku ew dê hejmareke serbazên xwe ji bo parastina bîrên petrolê li Rojavayê Kurdistanê bihêlin û gotibû ku dema wê hatiye Kurd li deverên petrolê bicih bibin.

Li aliyê din li gor medya amerîkî, rêveberiya Amerîkayê amadekariyan dike ku li gel hejmareke zêde ya çekên giran û 30 tankên Abrams, 500 leşkeran bişîne bakur rojhilatê Sûriyê bo parastina bîrên petrolê.

Berpirsekî pilebilind ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Newsweeka amerîkî re ragihandibû ku wan plana xwe ya şandina serbazan li gel tankên Abrams pêşkêşî Koşka Spî kirine û li bendê ne ku bê erêkirin. Ew bîrên petrolê yên li baku rojhilatê Sûriyê niha di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk  (HSD) de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin