Partiya Aksenerê li dijî telefûza ‘Kurdistan û PKK’ ya Binalî Yildirim derket

Partiya Aksenerê li dijî telefûza ‘Kurdistan û PKK’ ya Binalî Yildirim derket

PeyamaKurd – Partiya Meral Akşenera ku seroktiya wê dike li dijî daxuyaniyên namzedê AKPê yê Stenbolê Binalî Yildirim ku li Diyarbekirê gotibû, ‘Dema avakirina Parlamentoya Tirkiyê ya damezirîner mebûsên Kurdistanê jî hebûn’.

Cîgirê Serokê Giştî yê İYİ Partiyê Yavuz Temizer bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser telefûza kurdî ya PKKê û peyva Kurdistanê ya Binalî Yildirim û ragihand, “Ji bo serketina hilbijartinan edres ne serokê terorîstan e, milet e. Brêz Binalî Yildirim bi gotinên çarqirpandina rêxistina terorê, pêvajoya çareseriyê ya ku sala 2015an gotibûn hatiye cemidandin ji nû ve germ dike.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, xwe şîrînkirina bi PKKê re û bikaranîna peyvên Kurdistanê federasyonê bibîr dixin û ev peyam jî dijî yekîtiya miletê me ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin