PeyamaKurd – Partiya Yekîtiya Kurdistanî Sûriyê peyama sersaxiyê bo siyasetmedar û ninîskarê Kurd Abdulsemed Dawûd ragihand. Peyama partiya Yekîtiya Kurdistanî-Sûriyê weha ye:
“ Me bi xemgînî wefata hevalê xwe yê nivîskar Abdulsemed Dawûd bihîst. Hevalê me Abdulsemed Dawûd piştî nexweşîneka dûr û dirêj li Almanya wefat kir. Di xortaniya xwe de di nava bizava azadîxwaza Kurd de xebatê dikir. Her weha di partiya me de, di her astê de xebata xwe kiriye. Di mijarên siyasî û çanda Kurdî de xwediyê roleka bi bandor bû. Rewşenbîr, lêkolîner û edîb bû. Ji wan nivîskarên Kurd yên yekem bû ku di mijara Kembera Erebî de pirtûkekî wesayîqî amade kir û weşand. Di avakirina Rêxistina Endazyarên Zîra’î yên Kurd de roleka wî ya girîng girtibû. Heya wefata xwe ji doza milletê xwe re bi wefabû. Em bi barkirina vî têkoşerê Kurd, sersaxiyê bo xwe û milletê Kurd dixwazin. Xwedê bi rehma xwe şad bike û ciyê wî dihişt be.”
Qamîşlo
30.10.2020
Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurdistanî-Sûriye
Abdulsemed Dawûd pirtûka ku di wê wextê de nivîsandiye, li ser bicîhkirina Erebaye li ser axa Kurdistanêye ku bi navê “Kembera Erebî”, “Xetul Eşere” û an bi navê “Hîzama Erebî” tê naskirin ku di salên 1965an de Ereban li sînorê Kurdistanê bi 10 km yan bicîhkirine û Kurda ji ser axa wan rakirine. Pİrsgirêka han yek ji pirsgirêkên mezine di navbera Kurd û dewleta Sûriyê de. Lêkolîna Abdulsemed Dawûd di vê mijarê de weka belgenameyekî bingehîn tê qebûlkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin