PDK: “Grûba êrîsker erka Hasdî Sabî bikaranî”

PDK: “Grûba êrîsker erka Hasdî Sabî bikaranî”

PeyamaKurd – Berdevkê PKD ê Mehmûd Muhammed li ser êrîşa fuzeyan ya bo ser balafirgeha Hewlêrê ragihand ku grûba bi fuzeyan êrîş kiriye desthilata Haşdî Şabî bikaraniye. PDK ji êrîşê grûbeka di bin sîwana Haşdî Şabî de berpirs girt. Mehmûd Muhammed weha got:

“Grûbekî di derveyê qanûn de, ji xwe ve çûyî û îmtiyaza Haşdî Şabî bikaraniye û hem di bin sîwana Haşdî Şabî de ciyê xwe digre, bo xerabkirina îstîqrara Herêma Kurdistanê, bi çend roketan li navenda bajarê Hewlêrê xistiye.”

Berdevkê PDK ê ragihand ku ew êrîşê bi tundî şermezar dikin û xwest ku hukumeta Bexdayê, hêzên koalîsyona navdewletî û Amerîkayê dawet kir da bûyerê şermezar bikin û lêpirsînê bidin destpêkirin.

Berdevk Muhammed got ku çend care bûyerên weha tên tekrarkirin û ji ber êrîşker nayên cezakirin, car din bûyerên weha dikin û cesaret nîşan didin.

Di ragihandinê de berdevkê PDK ê got ku êrîş pêşdeçûn û jiyana Kurdistanê ya aram kirine hedef û hemû dezgeyên Herêma Kurdistanê bi hukumeta xwe ve destekê didin hêzên ewlekariyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin