PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê ya Iraqê li encamên hilbijartina meclisên bajaran yên Iraqê îtîrazê kir. PDKê şîkayeta xwe li Bexdayê bi fermî kir. Berdevkê daîra hilbijartinan yê PDKê Hawar Muhammed mijarê ragihand. Hawar Muhammed weha got:
“Encamên hilbijartinên meclisên Kerkûkê û Mûsilê di nav de, gelek noqte hene ku em çavdêriya wan dikin. Em baş bawerin ku dengên me ji yên ragihandî zêdetirin.”
Komîsyona bilind ya hilbijartinan ya Iraqê di 28.12.2023an de encaman ragihandibû. Li gor ragihandinê PDK li Kerkûkê 2 kursî û li Mûsilê 4 kursî bidest xistibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin