PDK ji bo diyarkirina serokkomarê nû yê Iraqê dê bicive

Dîroka Weşanê :
PDK ji bo diyarkirina serokkomarê nû yê Iraqê dê bicive

PeyamaKurd – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), îro li bajaroka Pîrmamê di bin serokatiya Mesûd Barzanî de civîneke stratejîk dê pêk bîne. Ev civîna ku bi beşdariya cîgirên serok û parlamenterên PDKyê yên li Bexdayê tê lidarxistin, wekî yekemîn civîna fermî ya partiyê ya piştî hilbijartinên serdema 6an a Parlamentoya Iraqê tê hesibandin. Rojeva sereke ya civînê, diyarkirina namzedê PDKyê yê ji bo posta Serokkomariya Iraqê û nexşerêya danûstandinên bi aliyên siyasî yên li Bexdayê re ye.

Civîn di qonaxeke gelekî krîtîk de pêk tê; piştî ku di dawiya sala 2025an de serokatiya parlamentoyê hat hilbijartin, niha li gorî madeya 72yan a Destûra Iraqê, tenê 30 roj wextê parlamentoyê heye ku serokkomarekî nû destnîşan bike.

PDK di vê civînê de dê biryarê bide ka dê bi namzedekî serbixwe bikeve pêşbaziyê an jî dê di çarçoveya parastina mafên Herêma Kurdistanê de bi partiyên din re li hev bike. Piştî hilbijartina serokkomar, pêvajoya erkdarkirina serokwezîrê nû yê federal ê ku ji aliyê blokên Şîe ve tê diyarkirin, dê dest pê bike.

Ji bilî mijara serokkomariyê, polîtburoya PDKyê dê li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê jî raweste. Di civînê de nirxandineke berfireh li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraq û herêmê dê bên kirin. Biryarên ku îro ji Pîrmamê derkevin, dê nexşeya siyasî ya Iraqê ya ji bo qonaxa bê xêz bikin û bandoreke rasterast li ser pêgeha Kurdan a di nav hikûmeta federal de bikin.