PeyamaKurd- Endamê polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed ku hem berdevkê partiyê ye, îro bi balyozê Amerîka yê Hewlêrê, bi Stivn Feygn û heyeta pêre hevdîtinekî pêkanî. Li gor agahiya KDP.info yê; mijara her dû aliyan avakirina hukumeta nû ya Kurdistanê û mijara Kerkûkê bû.
Têkiliyên navbera partiyên Kurdistanê û têgihîştina wan bi hevre hat gotûbêjkirin. Her dû alî li ser avakirina hukumetê û di çareserkirina pirsgirêkan bi awayeka bilez lihevkirin û bûn hemfikir.
Mijara xala 140 ya di destûra Iraqê de ku deverên li ser arîşe hene, hat girêdan bi çareserkirina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê ve ku divê her dû payîtext di nava xwe de, van mijaran çareser bikin. Kurdistaneka bihêztir daxwaza her dû aliyan bû ku dubare kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin