PeyamaKurd - Civînên gera duyem ên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo avakirina kabîneya hikûmeta Kurdistanê didomin.
Doh piştî civîna PDKê ya ligel Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) li Sîlêmaniyê îro 19ê Kanûnê jî li Girê Zertekê PDK û Goran civiyan.
Li gor zanyariyan di civîna ligel YNKê de daxwazên YNKê yên wekî postên wezaretên Iraqê, rewşa parêzgeha Kerkûkê û destnîşankirina hin postên bo hikûmetê wekî pakêtekê, ji aliyê PDKê ve nehatine qebûl kirin.
YNK her çiqas li beramberî 45 kursiyên PDKê, 21 kursî di hilbijartinên giştî de bi dest xistine jî hewil dide wekî berê postên zêdetir bistîne ku niha PDK vê yekê qebûl nake û bi beşdariya hikûmetê ya Tevgera Goran dixwaze her partiyek siyasî li gor hêza xwe ya encamên hilbijartinan cî bigire di kabîneya nû de.
Tê çaverêkirin piştî civîna îro ya şanda PDKê ligel Tevgera Goran daxuyanî bê dayîn ku avakirina kabîneya nû hêdî hêdî zelal bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin